Ukrayna: Artêşa Rûs ber bi aliyê Severodonetskê êrîşên xwe didomîne

Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîşên artêşa Rûs a ber bi hêla Severodonetskê didomin û her wiha artêşa Rûs ber bi hêla Bahmutskayê pozîsyona xwe ya taktîk xurt dike da ku alîkariya lojîstîk a yekîneyên Ukraynayê qut bike.

Ukrayna: Artêşa Rûs ber bi aliyê Severodonetskê êrîşên xwe didomîne

Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniya Ukraynayê hat destnîşankirin, artêşa Rûs ber bi aliyê Severodonetskê êrîşên xwe didomîne.

Di daxuyaniyayê da hat diyarkirin, artêşa Rûs ber bi aliyê Slavyanskê bi topxaneyan êrîşî Svyatogorsk, Bogorodiçnoye û Vernopolyeyê kirin, êrîşa asîmanî birin ser Seversk, Slavyansk û Dovgenkiyê û her wiha ber bi hêla Bênderê jî hewl da ku artêşa Ukraynayê bişikêne û bi hawan û roketên pirserî va êrîşî Ozernoe û Dîbrovayê kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîşên artêşa Rûs a ber bi hêla Severodonetskê didomin û her wiha artêşa Rûs ber bi hêla Bahmutskayê pozîsyona xwe ya taktîk xurt dike da ku alîkariya lojîstîk a yekîneyên Ukraynayê qut bike.

Her wisa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku balafira şer MiG-29 a artêşa Ukraynayê, li herêma Xersonê jî balafira şer Su-35 a hêzên Rûs hatin daxistin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE