Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Çekdarên Ukraynayê ya der heqê roja 72yemîn a şer da hat destnîşankirin, artêşa Rûs êrîşên xwe yên li rojhilatê bi awayekî zêdetir didomîne, gelê Ukraynayê jî li dijî êrîşa Rûs bi awayekî qehreman li ber xwe dide.
Di daxuyaniyê da hat gotin, artêşa Rûs ji bo ku herêmên Donetsk û Luhanskê bi temamî têxe bin kontrola xwe û digel Qirima dereqanûnî îlhaqkirî korîdorekê veke, êrîşên xwe yên li rojhilatê didomîne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, artêşa Rûs ciyên hêzên çekdarên Ukraynayê lê ne, bombebaran dike, hin cih û warên li nêzîkî Xarkîvê dorpêç kirin.
Hat balkişandin ku artêşa Ukraynayê êrîş da destpêkirin, kontrola beşek ji cih û warên wekî Oleksandrivka, Fedorivka, Ukrainka, Şestakovo, Peremoha û Çerkaskiy Tişkiyê dîsa kir bin destê xwe.
AA