Ukrayna: Bajarê Xersonê rûbirûyî bobelata mirovî ye

Ukrayna: Bajarê Xersonê rûbirûyî bobelata mirovî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê Oleg Nîkolenko ragihand, bajarê Xersonê yê ku ji hêla artêşa Rûs hatiye dorpêçkirin, rûbirûyî bobelata mirovî ye.

Nîkolenko ji ser medyaya civakî der heqê rewşa bajarê Xersonê yê Ukraynayê da daxuyanî dan.

Nîkolenko bal kişand, hêzên eskerî yên Rûs bajarê Xersonê dorpêç kirine û wiha got:

"300 hezar şêniyên Xersonê ji ber dorpêça artêşa Rûs, rûbirûyî bobelata mirovî ne. Li Xersonê stoqên xwarin û dermanan hema hema li ber xilasbûnê ne. Lêbelê Rûsya wê yekê red dike ku ji bo texliyeya sivîlan, korîdorên alîkariya mirovî bên vekirin."

Nîkolenko, çalakiyên Rûsyayê wekî "barbarane" tewsîf kir û bal kişand ku divê ev bê rawestandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE