Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê daxuyand balafirek, firokeyek, wesayîteke esmanî ya bêmirov a biçek (SÎHA), 5 wesayîtên esmanî yên bê mirov (ÎHA) û moşekeke Rûsyayê hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê, Hêzên Esmanî ya Ukraynayê bi moşekên dijebalafir û çekên dijebalafir bi kar tînin û zirareke mezin didin hedefên dijmin ên esmanî.
Di daxuyaniyê da hat gotin di nav 24 saetan da êrîş li 9 hedefên Ûris hatine kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: " Balafirek (îhtimaleke mezin balafireke tîpa wê Su-34), firokeyeke tîpa wê 1 A-52 Allîgator, wesayîteke esmanî ya bêmirov a biçek (SÎHA), 5 wesayîtên esmanî yên bê mirov (ÎHA) û moşekeke Rûsyayê hatin îmhakirin."
AA