Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba diyar kir ku Rûsya heke Ukraynayê dagir bike gelek eskerên Ûris ew ê werin kuştin.
Kuleba di ziyareta Îngiltereyê da daxuyanî da Sky Newsê û diyar kir ku ji bo Rûsyayê vagêr bikin bi mitefîqên wekî Amerîka û Îngiltereyê ra dixebitin.
Kuleba got artêşa Ukraynayê ji bo parastina welêt amade ye û wiha axivî: "Ew (mitefîq) dikarin ji hêla aboriyê va êrîş bikin. Em ê jî li qadê şer bikin. Ji ber ku vê dibêjim lêborînê dixwazim lêbelê gelek eskerên Rûsyayê ew ê werin kuştin, hêviya me ew e ku Putînê Serok vê naxwaze."
Kuleba got ji bo Rûsyayê poşman bikin ji 3 hêlan ra dixebitin, dema poşman nebe yekîneyên Ukraynayê ew ê şer bikin, li bendê nînin ku NATO bi wan ra li dijî Rûsyayê şer bike lêbelê li benda piştgiriya wan in.
Kuleba wiha pêda çû: "Daxwaza me ew e ku dema em nikaribin ji şer birevin Rûsya jî şer bixwaze bira ji bo hêzdarkirina artêşa me alîkariyê bidin."
AA