Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê da 208 zarok hatin kuştin

Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê da 208 zarok hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Ukraynayê di êrîşên artêşa Rûsyayê da 208 zarok hatin kuştin, 376 zarok jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand ku di êrîşên artêşa Rûsyayê da 1141 saziyên perwerdeyê zirar dîtin û ji van 99 bi tevahî hilweşiyan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê sibata ku êrîşê dest pê kir û heta niha 208 zarok hatin kuştin, 376 zarok jî birîndar bûn.

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşçukê diyar kir ku ji bo texliyekirina sivîlan duh korîdorên mirovî vebûn ku 4 otobês ji Marîupolê derketin.

Vereşçukê daxuyand sivîlên ku şeva xwe li Berdyanskê derbas kirin wê îro bigihêjin Zaporijyayê.

Vereşçukê got xebatên texliyekirina jin, zarok, kal û pîran wê îro jî dewam bikin, li herêmên şer dewam dike rewşa ewlehiyê tevlihev e û rewş dibe ku ji nişkê va biguhere.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE