Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê da 219 zarok hatin kuştin

Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê da 219 zarok hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Ukraynayê di êrîşên artêşa Rûsyayê da 219 zarok hatin kuştin, 398 zarok jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand ku di êrîşên artêşa Rûsyayê da ji 1550î zêdetir saziyên perwerdeyê zirar dîtin û ji van 102 bi tevahî hilweşiyan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê sibata ku şer dest pê kir û heta niha 219 zarok hatin kuştin, 398 zarok jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE