Ukrayna: Hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezarî

Ukrayna: Hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezarî

Serokatiya Sererkaniyê ya Ukraynayê ragihand ku di şerê ji 24ê sibatê vir va dewam dike da hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezarî.

Serokatiya Sererkaniyê der heqê ziyanên artêşa Ûris a di navbera 24ê Sibatê û 10ê Hezîranê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li Ukraynayê 31 hezar û 900 eskerên Ûris hatin kuştin. Ji bilî vê, 221 balafir, 178 firoke, 1409 tank, 3 hezar û 350 wesayîtên bizirx, 712 top, 125 moşek, 222 pergalên roketavêj û 97 pergalên parastina asîmanî hatin îmhekirin.

Hat gotin hêzên Ûris her wiha 2 hezar û 438 wesayît, 13 keştî û kelekên heza wan sivik, 572 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan.

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di 24 saetan da li eniya başûr 33 eskerên Ûris kuştin, pergaleke roketavêjê ya Gradê, 8 wesayîtên esmanî yên bêmirov û 3 muhimatên artêşa Ûris îmhe kirin.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE