Li Mariupola bajarê Ukraynayê ku Rûsyayê dorpêç kiriye, hemû jin, zarok, kal û pîrên li tesîsên Azovstalê hatin texliyekirin.
Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê İrina Vereşçukê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya operasyona însanî ya li Mariupolê da hemû jin, zarok, kal û pîrên li tesîsên Azovstalê hatin xelaskirin.
Vereşçukê wiha xeberda, "Telîmata Serokê Dewletê hat bicihanîn, hemû jin, zarok, kal û pîrên li tesîsên Azovstalê hatin texliyekirin. Ev qismê operasyona însanî ya Mariupolê hat temamkirin."
AA