Ukrayna: Ji 13 hezar û 500î zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin

Ukrayna: Ji 13 hezar û 500î zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin

Ukraynayê daxuyand ji 13 hezar û 500î zêdetir eskerên Ûris di şer da hatin kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê der barê kuştî û zirara artêşa Rûsyayê ya di navbera 24ê sibatê û 15ê adarê da agahî da.

Li gor vê, di şer da hejmara eskerên Ûris ji 13 hezar û 500î derbas bû, 81 balafir, 95 firoke, 404 tank, 1279 wesayîtên bizirx, 150 top, 64 pergalên roketavêjan û 36 pergalên parastina esmanî yên Rûsyayê hatin berterefkirin.

Ji bilî vê Rûsyayê 640 wesayît, 3 keştiyên bilez, 60 wesayîtên sotemeniyê û 9 ÎHA jî ji dest kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE