Ukrayna: Ji artêşa Ûris 14 hezar û 400 esker hatin kuştin

Ukrayna: Ji artêşa Ûris 14 hezar û 400 esker hatin kuştin, 95 balafir, 115 firoke û 466 tank hatin îmhekirin

Ukrayna: Ji artêşa Ûris 14 hezar û 400 esker hatin kuştin

Hat ragihandin ku di êrîşa ku artêşa Rûsyayê dibe ser Ukraynayê da ji artêşa Ûris 14 hezar û 400 esker hatin kuştin, 95 balafir, 115 firoke û 466 tank hatin îmhekirin.

Sererkaniya Ukraynayê daneyên ser zayîata artêşa Ûris ya di navbera 24ê sibatê-19ê adarê da, parve kirin.

Li gor daneyan, ji artêşa Ûris 14 hezar û 400 esker hatin kuştin, 95 balafir, 115 firoke û 466 tank, 1470 wesayîtên bizirx, 213 top, 72 pergala roketavêj û 44 pergalên parastina esmanî hatin îmhekirin.

Her wiha 914 wesayît, 3 tekneyên lezê yên sivik, 60 wesayîtên sotemeniyê û 17 wesayîtên bêmirov ên esmanî (ÎHA) yên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE