Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê 24 hezar û 700 esker hatine kuştin

Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê 24 hezar û 700 esker hatine kuştin

Sererkaniya Ukraynayê ragihand ji artêşa Rûsyayê heya niha qederê 24 hezar û 700 esker hatine kuştin û 196 balafir, 155 firoke û hezar û 92 tank hatine îmhekirin.

Sererkaniya Ukraynayê zirara ku di navbera 24ê Sibatê û 5ê Gulanê da gihîştiye artêşa Rûsyayê eşkere kir.

Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê da hat diyarkirin di 24 satên dawîn da 200 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê diyar kir ji artêşa Rûsyayê heya niha 24 hezar û 700 esker hatine kuştin û 196 balafir, 155 firoke, hezar û 92 tank, 2 hezar û 651 wesaîtên bizirx, 499 top, 169 pergalên moşekavêjê û 83 pergalên parastina asîmanî hatine îmhekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin artêşa Rûsyayê wek mayîn hezar û 907 wesaît û 10 keştî û kelek ji dest daye û 89 moşekên seyîrê yên ku Rûsyayê avêtiye hatine îmhekirin.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da diyar kiribû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên wan hatine kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE