Ukrayna: "Ji artêşa Rûsyayê heya niha 23 hezar û 200 esker hatine kuştin"

Sererkaniya Ukraynayê: "Ji artêşa Rûsyayê heya niha 23 hezar û 200 esker hatine kuştin"

Ukrayna: "Ji artêşa Rûsyayê heya niha 23 hezar û 200 esker hatine kuştin"

Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê qederê 23 hezar û 200 esker, 190 balafir, 155 firoke û hezar û 8 tankên xwe ji dest dane.

Sererkaniya Ukraynayê der barê qeybên artêşa Rûsyayê yên di navbera 24ê Sibatê û 30yê Nîsanê da daxuyanî da.

Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê da hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 200 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku ji artêşa Rûsyayê heya niha 23 hezar û 200 esker hatine kuştin û Rûsyayê 190 balafir, 155 firoke, hezar û 8 tank, 2 hezar û 445 wesaîtên bizirx, 436 top, 151 pergalên moşekavêjê û 77 pergalên parastina asîmanî ji dest dane.

Li gor agahiyan artêşa Rûsyayê hezar û 701 wesaît, 8 keştî û kelek, 76 wesaîtên sotemeniyê û 232 wesaîtên asîmanî yên bêmirov ji dest dane.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê Adarê da destnîşan kiribû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE