Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê nêzîkî 25 hezar esker hatine kuştin

Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê nêzîkî 25 hezar esker hatine kuştin

Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku ji artêşa Rûsyayê heya niha 24 hezar û 900 esker hatine kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê zirara ku di navbera 24ê Sibatê û 6ê Gulanê da gihîştiye artêşa Rûsyayê eşkere kir.

Sererkaniya Ukraynayê diyar kir ji artêşa Rûsyayê heya niha 24 hezar û 900 esker hatine kuştin û 199 balafir, 155 firoke, hezar û 110 tank, 2 hezar û 686 wesaîtên bizirx, 502 top, 171 pergalên moşekavêjê û 83 pergalên parastina asîmanî hatine îmhekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin artêşa Rûsyayê wek mayîn hezar û 926 wesaît û 11 keştî û kelek ji dest daye û 324 wesaîtên bêmirov yên asîmanî hatine îmhekirin.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da diyar kiribû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên wan hatine kuştin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE