Îrîna Vereşuka Alîkara Serokê Ukraynayê diyar kir ku ji bo texliyeya sivîlan li bajarên Marîupol, Pologiyê û herêmên Kîev û Sumiyê ji 10an zêdetir korîdorên mirovahiyê vekirin.
Vereşukê di daxuyaniya çapemeniyê da guzergahên texliyeyê yên ji bo îro hatin tesbîtkirin eşkere kir.
Vereşukê destnîşan kir ku li bajarên Marîupol, Pologiyê û herêmên Kîev û Sumiyê ji 10an zêdetir korîdorên mirovahiyê vekirin da ku ji gundan sivîlan texliye bikin, li heman korîdoran konvoya alîkariya mirovahiyê jî ew ê bixebite.
Vereşukê diyar kir ku duh ligel astenga Rûsyayê ji korîdorên mirovahiyê ra 7 hezar û 144 sivîlên li Energodar, Buça, Gostomel û Kozarovîçiyê texliye kirin.AA