Ukrayna ji bo wezîfeyê gazî eskerên zêde dike

Ukrayna ji bo wezîfeyê gazî eskerên zêde dike

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy li ser medyaya civakî vîdeoyek weşand û got niha hewcedarî bi seferberiyê tune.


Zelenskiy got divê hin eskerên zêde li ser artêşê bên zêdekirin, ji ber vê jî wî biryarnameya eskerên zêde wê wezîfedar bike îmze kiriye.


Li Ukraynayê di mijdara 2021î da qanûnek hat qebûlkirin ku li gor wê di heyamên taybet da bêyî ku seferberî bê îlankirin eskerên zêde dikarin bên wezîfedarkirin.


 Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn biryarnameya qaşo serxwebûna Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luganskê nas dike îmze kiribû.


Şaxa jorê ya Parlamentoya Rûsyayê Konseya Federasyonê serlêdana Putîn ya ku dixwaze eskerên Ûris li dervayî axa Rûsyayê wezîfeyê bikin qebûl kiribû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE