Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Andriy Yerman ragihand, ji Marîupol û fabrîqeya polayê ya Azovstalê 500 Ukraynayiyên din jî hatin xilaskirin.
Yermak di parvekirina li ser hesabê xwe yê Telegramê da diyar kir, ji bo ku ji Marîupol û Azovstalê însanan xilas bikin, wan di nav şertên dijwar da operasyoneke din jî kir û wiha got, "Me qedera 500 sivîl xilas kirin."
Yermak ji ber hevkariyê, spasiya NYyê kir û got ku Ukrayna dê operasyonên texliyekirinê bidomîne da ku sivîl û eskerên xwe xilas bike.
AA