Ukrayna: "Propaganda tê kirin ku şer wê di 9ê gulanê da biqede"

Hat daxuyandin di nav mehekê da Rûsyayê gelek zirar dîtiye, rewşa eskerên wê nebaş e, lê dîsa jî Federasyona Rûsyayê dev ji şerê dijî Ukraynayê bernade.

Ukrayna: "Propaganda tê kirin ku şer wê di 9ê gulanê da biqede"

 Li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Sererkaniyê ya Ukraynayê hat daxuyandin ew gihîştine wê agahiyê ku di navbera hêzên Çekdar ên Rûsyayê da propaganda tê kirin ku şer wê di 9ê Gulana 2022yan da biqede.

Hat daxuyandin di nav mehekê da Rûsyayê gelek zirar dîtiye, rewşa eskerên wê nebaş e, lê dîsa jî Federasyona Rûsyayê dev ji şerê dijî Ukraynayê bernade.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku Rûsya hiqûqa navneteweyî binpê dike, li herêma Çernîgîvê eskerên Ûris ji bo ku wesayîtên xwe yên zirar dîtine texliye bikin dest didin motor û makîneyên çandiniyê yên gundiyan.

Hat destnîşankirin li Dokuçayevska bajarê Donetskê Ûrisan ji bo tespîtkirina nasnameya sivîlên ji Mariupolê direvin kampek ava kirine, li Ukraynayê di kontrolkirina nifûsê da zehmetiyê dikşînin.

Ji ber ku di Şerê 2yemîn a Dinyayê da Almanya hat têkbirin 9ê gulanê li Rûsyayê jwek Cejna Serkeftinê tê pîrozkirin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE