Ukrayna: Qeybên Rûsyayê ji 30yî zêdetir tank, 130 wesaîtên bizirx û 7 balafir in

Ukrayna: Qeybên Rûsyayê ji 30yî zêdetir tank, 130 wesaîtên bizirx û 7 balafir in

Serfermandarê Hêzên Çekdar yê Ukraynayê Valeriy Zalujniy diyar kir di roja ewil da qeybên Rûsyayê ji 30yî zêdetir tank û qederê 130 wesaîtên bizirx, 7 balafir û 6 firoke ne.

Zalujniy di daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê da destnîşan kir di roja ewil da li hemberî welatê wan qeybên Rûsyayê ji 30yî zêdetir tank û qederê 130 wesaîtên bizirx, 7 balafir û 6 firoke ne û got ku artêşa Ukraynayê li herêmên Harkîv, Herson, Sumî, Ahtirku û Sîverskeyê jî şerê xwe didomîne.

- Qeyrana Donbasê û midaxeleya eskerî ya Rûsyayê

Piştî bûyerên Qadê yên 2014an, li Ukraynayê hikûmeteke alîgirê Rojavayê bû rêveber û Serokê Dewletê Viktor Yanukoviç, ji welêt reviya. Rûsya bi awayekî dereqanûnî Qirîm îlhaq kir. Li herêmên Donetsk û Luhanskê ya ku li Ukraynayê piraniya nifûsa wan bi kok Rûsî ne, cihêxwazan rêveberiyên qaşo ragihandin. Di navbera hêzên cihêxwaz ên ku Rûsya piştevaniya wan dike û artêşa Ukraynayê de pevçûnên xwînî rû dan. Piştî ku hêzên Rojavayê di çavdêriya Moskowayê de ketin dewrê di salên 2014 û 2015an de Peymanên Mînskê hatin îmzakirin. Lêbelê binpêkirinên agirbestê domiyan. Ji meha sibatê û vir ve nêzîkî 14 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Rûsyayê di dawiya sala 2021ê de bi dehhezaran esker li ser sînorê Ukraynayê bi cih kirin û bal kişandin ser xwe. Her çiqas Amerîkayê digot Rûsya amadekariya dagirkirinê dike jî, Rûsyayê ev yek red dikir. Tevî ku welatên Rojavayî Rûsya bi mueyîdeyan tehdîd dikirin, rêveberiya Moskowayê hikûmetên cihêxwaz ên li Donbasê, nas kirin û 24ê sibatê li dijî axa Ukraynayê dest bi operasyona eskerî kir.

Serokê Rûsî Vladimîr Putîn îdia kir ku armanca wan "parastina wan kesan e ku ji aliyê hikûmeta Kîevê ve rûbirûyê qirkirinê ne û her wiha paqijkirina Ukraynayê ye ji Nazîzm û mîlîtarîzmê." Bi vê re jî banga çekdananê li artêşa Ukraynayê kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE