Ukrayna: Îro ji bo texliyekirina sivîlan 9 korîdorên alîkariya însanî vebûn

Ukrayna: Îro ji bo texliyekirina sivîlan 9 korîdorên alîkariya însanî vebûn

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşukê ragihand, di 15ê adarê da ji bo texliyekirina sivîlan vekirina 9 korîdorên alîkariya însanî hat pesendkirin.

Vereşukê daxuyanî da û diyar kir, îro ji bo texliyekirina sivîlan biryar hat dayîn ku 9 korîdorên alîkariya însanî werin vekirin û wiha dewam kir, "Di heman demê da ji korîdoran ra seba Marîupolê bi dehan ton av, derman û xida wê were şandin. Ev wê ji Berdyanska herêma Donetskê wekî kargoya alîkarî însanî werin şandin. Şêniyên Marîupolê li benda vê alîkariyê ne."

Vereşukê daxuyand, dema ku wesayîtên alîkariya însanî vedigerin, wê jin û zarokên Marîupolê bi xwe ra bînin bajarê Zaporojiyeyê, her wiha ew ê ji gelek gundên herêma Kîevê jî sivîlan bişînin herêmên ewle.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE