Ukrayna: Rûsya wê terorîstên DEAŞî bîne Ukraynayê

Podolyak ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku rayedarên Ûris bi lez û bez 16 hezar milîtanên DEAŞî kirê kirin ku li Ukraynayê berê wan bidin sivîlan.

Ukrayna: Rûsya wê terorîstên DEAŞî bîne Ukraynayê

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Mîhaîl Podolyak got ku Rûsya wê terorîstên DEAŞî bîne Ukraynayê û dixwaze "senaryoya Sûriyeyê" li Ukraynayê têxe rewacê.

Podolyak ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku rayedarên Ûris bi lez û bez 16 hezar milîtanên DEAŞî kirê kirin ku li Ukraynayê berê wan bidin sivîlan.

Di peyama xwe da Podolyak got: "Daxilkirina DEAŞê, propagandaya çekên kîmyewî û propagandaya Ûris nîşan dide ku senaryoya li Sûriyeyê ji bo Ukraynayê jî têxin rewacê."

Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu di civîna Konsya Ewlehiyê da gotibû ku piranî jê ji Rojhilata Navîn 16 hezar dildarî ji bo bi artêşa Ukraynayê ra şer bikin serî li Rûsyayê dane.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn jî emir dabû ku ew dildarên li alî Rûsyayê cî digirin bila bigihînin herêmên şer ên li Ukraynayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE