Ukrayna: Rûsyayê 17 hezar esker, 123 balafir, 127 firoke û 586 tank ji dest dan

Ukrayna: Rûsyayê 17 hezar esker, 123 balafir, 127 firoke û 586 tank ji dest dan

Hat ragihandin di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da 16 hezar û 600 esker, 121 balafir, 127 firoke û 582 tankên artêşa Rûsyayê hatin berterefkirin.

Sererkaniya Ukraynayê ragihand artêşa Rûsyayê di navbera 24ê Sibatê û 27ê Adarê da derbeyeke mezin xwariye.

Hat diyarkirin di şerê Rûsya û Ukraynayê da 16 hezar û 600 eskerên Ûris hatin kuştin, 121 balafir, 127 firoke û 582 tank, 1664 wesayîtên bizirx, 294 top, 93 pergalên roketavêjê û 52 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.

Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1144 wesaît, 7 keştî û keştiyên bilez, 73 wesayîtên sotemeniyê û 56 wesaîtên esmanî yên bêmirov (ÎHA) jî ji dest dan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE