Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê nekarî di mehekê da bajarê Kîevê dorpêç bike.
Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê da şerê ku Rûsyayê mehek berê li dijî Ukraynayê da destpêkirin û rewşa li eniyan hat nirxandin.
Hat destnîşankirin, Rûsya nekarî têkeve nav sînorên îdarî yên herêmên Donetsk û Luhanskê, nekarî Kîevê dorpêç bike û peywira bidestxistina kontrola li ser çiqê rojava yê Ukraynayê bîne cih.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, Rûsyayê dest ji êrîşên xwe yên ji bo bidestxistina bajarên Kîev, Çernîgîv, Sûmî, Xarkîv û Marîupolê nekişandiye.
Hat diyarkirin, Hêzên Çekdarên Rûsyayê ji bo xurtkirina rewşa li eniyan, hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Ukraynayê.
Hat bibîrxistin ku di 24 saetên dawîn da bajarên Kalînovka, Gorînka, Puşa-Vodîtsa, Noviye Petrovtsî, Romanovka û her wiha rojhilatê bakurê bajarê Kîevê bûn hedefa topxaneyan.
Her wiha hat gotin, tesîsên binesaziya sivîl ên li Marîupolê hê jî di bin guleyên topxane û yên hêzên asîmanî da ne.
AA