Ukrayna: Şaredarê Melîtopolê Fedorov û 9 eskerên Ûris hev hatin guherandin

Ukrayna: Şaredarê Melîtopolê Fedorov û 9 eskerên Ûris hev hatin guherandin

Hat ragihandin ji bo berdana Şaredarê Melîtopolê Îvan Fedorovê ku di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê da hatibû revandin û duh jî hatibû berdan 9 eskerên Ûris yên dîl hatibûn girtin hatin berdan.

Berdevka Çapemeniya Serokatiya Dewleta Ukraynayê Daria Zarivnayayê ji televizyoneke herêmî ra daxuyand Şaredarê Melîtopolê Îvan Fedorovê ku hatibû revandin û 9 eskerên Ûris yên dîl hatibûn girtin hev hatin guherandin.

Zarivnayayê wiha got: "Îvan Fedorov ji esareta Ûris xelas bû. Rûsyayê şûna wî 9 eskerên xwe yên di navbera salên 2002-2003an da hatine dinyayê hilda. Bi rastî ew zarok in."

Ukraynayê duh daxuyandibû Şaredarê Melîtopolê Îvan Fedorovê ku di 11ê adarê da ji hêla artêşa Rûsyayê va hatibû revandin, hatiye berdan.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ji bo berdana Fedorov ji serokê hin dewletan alîkarî xwestibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE