Ukrayna: Yekîneyên Rûs ji Kîevê bi qasî 70 kîlometreyî hatin dûrxistin

Motzuyanîk di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Kîev baş tê parastin û yekîneyên bijarte yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê diparêzin.

Ukrayna: Yekîneyên Rûs ji Kîevê bi qasî 70 kîlometreyî hatin dûrxistin

Berdevkê Wezareta Parastina Ukraynayê Aleksander Motzuyanîk ragihand, eskerên Ukraynayî, yekîneyên Rûs ên dixwazin têkevin Kîevê, bi qasî 70 kîlometreyî ji paytextê bi paş da dan vekişandin.

Motzuyanîk di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Kîev baş tê parastin û yekîneyên bijarte yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê diparêzin.

Motzuyanîk diyar kir ku eskerên Ukraynayî, yekîneyên Rûs bi qasî 70 kîlometreyî ji paytext Kîevê bi paş da dan vekişandin û her wiha got ku dagirker li hin herêman jî bi qasî 35 kîlometreyî vekişiyan.

Hêzên Çekdarên Ukraynayê her wisa ragihand, wan îro li herêma Sûmiyê bajarê Trostyanesê û li herêma Zaporojiyayê jî gundê Poltovkayê ji destê yekîneyên Rûs derxistin.

Ji aliyekî din va hat diyarkirin, li nêzîkî paytext Kîevê li bajarê Îrpînê jî pevçûnên germ didomin.

Şaredarê Îrpînê Aleksander Markuşîn wiha got, "Yekîneyên dijmin xwestin ji sê aliyan êrîşî Îrpînê bikin, lêbelê eskerên me êrîş şikandin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE