Oleg Nikolenkoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê got ji ber binçavkirina Aleksandr Sosonyukê Konsolosê St. Petersburgê ew ê bersivê bidin.
Li gor xebera Ukrinforma Ajansa Xeberan a Fermî ya Ukraynayê Nikolenkoyê berdevk di daxuyaniya xwe da binçavkirina konsolosê St. Petersburgê wekî "provokasyona Rûsyayê" nirxand.
Nikolenko destnîşan kir ku Sosonyukê Konsolos di misyona dîplomatîk a Ukraynayê da ye û wiha pê da çû: "Li ser şertên binçavkirinê em lêkolînê dikin. Ukraynayê di demeke nêz da piştî lêkoşînan biryarê bide ku bersiveke çito yê bide."
Serwêsa Ewleakriya Federal a Rûsyayê bi hinceta "temînkirina agahiyên veşartî" Aleksandr Sosonyukê Konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê binçav kiribû.AA