Ukraynayê ji ber şer 100 milyar dolar zirar kir

Ukraynayê ji ber şer 100 milyar dolar zirar kir

Oley Ustenkoyê Şêwirmendê Aboriyê yê Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku ji ber şerê bi Rûsyayê ra tê kirin 100 milyar dolar zirar li wan ket.

Ustenko li Kîeva paytext daxuyanî da û destnîşan kir ku ji 50yî karxaneyên Ukraynayê ji ber şer nikarin bixebitin.

Ustenko got ku karxaneyên mayîn jî bi zor û zehmetî karê xwe dikin û wiha pê da çû: "Ji ber êrîşa Rûsyayê anî ser welatê me zirara me 100 milyar dolar e. Ev jî qasî nîvê Hasileya Nav Welêt a Nesafî ye."

Ustenko got rezervên Bankeya Navendî ya Rûsyayê, pereyê Rûsyayê yê li bankeyên biyanî hatin sekinandin dibê ji bo avakirina Ukraynayê were dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE