Konseya Ewlekarî û Parastina Ukraynayê ragihand, herêma Donestsk û ya Luhanskê ne tê da ji bo tevahiya welêt wan biryar sitand ku ji bo 30 rojan rewşa awarte ragihînin.
Serokê Konseyê Oleksiy Danilov di daxuyaniya xwe da diyar kir, herêma Donestsk û ya Luhanskê ne tê da ji bo tevahiya welêt rewşa awarte dê were ragihandin, divê biryar di nava 2 rojan da ji hêla parlamentoyê were pesendkirin.
Danilov bal kişand ku heger pêwîst bike, ew ê rewşa awarte ji bo 30 rojên din jî dirêj bikin û li herêmên Donetsk û Luhanskê ji 2014an vir va sepanên wekî rewşa awarte didomin.
AA