Sererkaniya Ukraynayê ragihand, 5 hezar û 710 eskerên Ûris ên êrîşî Ukraynayê kirin, hatin kuştin.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên hêzên Ûris ên 5 rojan da daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê, 5 hezar û 710 eskerên Ûris ên êrîşî Ukraynayê kirin, hatin kuştin û 200 esker jî dîl hatin girtin.
Hat diyarkirin, di 5 rojên dawîn da 29 balafir, 29 helîkopter, 18 tank, 846 wesayîtên zirxî, 77 top û 2 keştiyên Rûsyayê hatin jinavbirin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin ku 24 pergalên roketavêj, 305 wesayît, 60 wesayîtên sotemeniyê, 7 pergalên parastina asîmanî û 3 firokeyên bêfirokevan ên hêzên Ûris hatin jinavbirin.
Hat destnîşankirin, zanyariyên pevçûnên didomin li van amaran ne zêdekirî ne.AA