"Ukraynayê timî li çareseriyeke aştiyane geriya"

Zelenskiy: "Biryara rawestandina fealiyetên hin partiyên li Ukraynayê hat sitandin"

"Ukraynayê timî li çareseriyeke aştiyane geriya"

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, Konseya Ewlekarî û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê, şerê berfireh ê li welêt raçav kir, ji bo maweya rewşa awarte, biryara rawestandina fealiyetên hin partiyên siyasî yên li Ukraynayê da.

Zelenskiy peyama bidîmen weşand, bangî Ukraynayiyan kir û wiha got, "Ukraynayê timî li çareseriyeke aştiyane geriya. Di ser da herî zêde em aştiyê dixwazin. Lewra em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest didin dihesibînin. Lewra her mal û malbateke ku tê wêrankirin ji bo me girîng e. Ji ber ku em Ukraynayî ne û pîvana qîmeta însanekî ji bo me nemumkin e."

Zelenskiy bal kişand, Konseya Ewlekarî û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê, şerê berfireh ê li welêt raçav kir, ji bo maweya rewşa awarte, biryara rawestandina fealiyetên hin partiyên siyasî yên li Ukraynayê yên wekî "Ji bo Jiyanê Platforma Mixalefetê", "Partiya Şariayê", "Ya Me", "Bloqa Mixalefetê", "Mixalefeta Çep", "Yekîtiya Hêzên Çep", "Dewlet", "Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Ukraynayê", "Partiya Sosyalîst a Ukraynayê", "Sosyalîst" û "Bloqa Vladimir Saldo" hat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE