Piştî ku Rûsyayê dest bi şer kir, Ukraynayiyan bajarên xwe terikandin û yên ku hatin Tirkiyeyê hêvî dikin ku cardin vegerin welatê xwe.
Katarina Anthony bi diya xwe, 2 zarokên xwe û kûçikên xwe va ji Deriyê Sînor ê Hamzabeyliyê ra derbasî Tirkiyeyê bû, rûyê xerab ê şer dît.
Anthony ji Kîevê hat got ku li Kîevê dengê bombeyan ji her alî dihat.
Anthonyê daxuyand ku meriv ji bo ku ji ber êrîşan birevin, malên xwe terikandin û hatin Tirkiye û welatên din û wiha dewam kir, "Gelek meriv di sitargehan da ne. Di stargehan da pêdivî bi av û xidayê heye. Li Ukraynayê têkoşîn dewam dike. Ez hêvî dikim ku em di demeke kin da vegerin mala xwe. Ez hêvî dikim ku welatê me seba zarok, kal û pîr û her kesî bibe cihekî ewle da ku meriv bikaribe lê bijî."
Anthonyê diyar kir, kesên ku li Ukraynayê man, saziyên alîkariyê piştgiriyê didin wan.
- Vedigere Kîevê cem malbata xwe
Maryna Zhuravelê diyar kir, wê wexta ku li Îzmirê tetîl dikir, şer dest pê kir û ew malbata xwe ya li Ukraynayê pir meraq dike.
Zhuravelê destnîşan kir ku ew ê vegere cem malbata xwe û wiha dewam kir, "Mêrê min, zarokên min û malbata min li Kîevê ne, ez wan pir meraq dikim. Ez ji bo tetîlê hatibûm Îzmirê, dixwazim vegerim welatê xwe. 2 roj in min bi malbata xe ra xeber nedaye."
AA