UNESCOyê 18ê Mijdarê wek "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" îlan kir

UNESCOyê 18ê Mijdarê wek "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" îlan kir

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 18ê Mijdarê wek "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" îlan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya UNESCOyê weşand da hat gotin ku li gor biryara di Konferansa Giştî ya 40emîn da hat hildan wê her sal roja 18ê Mijdarê wê wek "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" bê pîrozkirin û tê xwestin ku bila aliyê hunerî yê Îslamê û bi navbeynkariya hunera Îslamî kêrhatinên li ser çanda şaristaniyê bên zanîn.

Hat gotin bi saya "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" va di navbera çandên din û hunera Îslamî ya ku ji bo tevgerên hunerî yên din jî bûye îlham wê têkilî zêdetir bibe.

Di daxuyaniyê da hat gotin UNESCO ji herkesî dixwaze ku bila bi kêrî "Roja Hunerên Îslamî ya Navneteweyî" bên.

Dîrektora Giştî ya UNESCOyê Audrey Azoulayê jî di daxuyaniya xwe da ragihand ku hunerên Îslamî her diçe xwe nû dikin û li ser hemû çandan jî tesîra xwe nîşan didin.

Azoulayê got ku ji bo pîrozkirina mîrata fewqelade ya ji sedsala 14mîn maye wan ev roj îlan kir û lazim e ku dîroka hunerên Îslamê çêtir bê nasandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE