Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da piştî ku navenda navçeya Til Ebyadê ji terorê hat safîkirin, sivîlên ku mecbûr mabûn û ji navendê û gundan derketibûn, vedigerin malên xwe.
Hereketa Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê seba tunekirina korîdora terorê û aştî û hizûra herêmê da destpêkirin, ket roja 9emîn.
Li navçeyê li herêmên ku ji terorê hatin xelaskirin, di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê da lêgerîn û kontrol tê kirin.
Sivîlên ku ji cî û warên xwe derketibûn, cardin vedigerin malên xwe.
Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ji sivîlên vedigerin malên xwe ra qala armanca herekatê dikin û garantiyê didin wan.
Di roja 5emîn a herekatê da ku navenda navçeya Til Ebyadê ji terorîstan hat paqijkirin, vegera sivîlan dest pê kiribû.
AAyê 3 roj berê ji Til Ebyadê weşana zindî kiribû û di weşanê da gel bi karên xwe yên rojane mijûl dibûn, li navçeyê sikûnet û ewlehî hebû.
- Rewşa Til Ebyadê
Navçeya ku piraniya şêniyên wê Ereb in û li ser Reqayê ye di Hezîrana sala 2014an da ji hêla DEAŞê va hatibû dagirkirin.
YPG/PKKya ku dagirkirina DEAŞê ji xwe ra wek fersend dît çav kuta Til Ebyadê û bi piştevaniya hewayî ya Amerîkayê va navçe hilda bin kontrola xwe.
AA