Vegera Sûriyeyan a bi dilxweşî ya bo welatê xwe didome

Vegera Sûriyeyan a bi dilxweşî ya bo welatê xwe didome

Vegera bo welatê xwe ya Sûriyeyên ku bi parastina berwext va li Tirkiyeyê dimînin, didome. Sûriyeyî ji parêzgehên wekî Kilîs, Şanliurfa, Hatay û Gazîentabê bi dilê xwe vedigerin.

Piştî ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê bi herekatên Metalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê va herêm ji terorê paqij kirin û bi kordînasyona AFAD û Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan va binesazî hat xurtkirin, veger ji bo Sûriyeyiyan bêtir cazib bû.

Li herêmê nexweşxane û dibistanên xesargihîştî, hatin nûkirin û bo xizmetê hatin vekirin. 

Di encama xebatên di warên cuda va bi rêjeye cidî vegera Sûriyeyiyan zêde bû. Ji roja ku Herekata Mertalê Feratê hat kirin û vir va 498 hezar û 593 Sûriyeyî bi awayekî bi dilê xwe vegeriyan welatê xwe.

- Pêvajoya vegerê

Pêvajoya vegera Sûriyeyiyan ên ji parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê bo welatê xwe ji hêla AAyê hat kişandin.

Di çarçoveya vegera bi dilê xwe da Sûriyeyiyên ku li parêzgehên cuda dijîn li Oncupinara Kilîsê û her wiha li deriyên gumrika Akçakale û Karkamişê Forma Xwestina Vegera Bi Dilxwazî dagirtin.

Piştî miemeleyan Sûriyeyî bi mînîbusan derbasî herêmên ji terorê hatine paqijkirin bûn û her wiha li vir ji hêla eqrebayên xwe hatin pêşwazîkirin.

Tê pêşbînîkirin, bi alîkariyên însanî û alîkariyên pêşxistinê yên ku dê ji bo herêmên ewle bên kirin va di serdemên bê da hejmara vegerên bi dilxwazî dê zêdetir bibe.

Her wisa xebatên plan û projeya ku ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat ragihandin a ku dê milyonek kesên ji Sûriyeyê bi dilxwazî bide vegerandin, didomin.

- Spasiya Tirkiyeyê kirin

Mamosteyê Sûriyeyî Mihemed El Ebdullah ku ji Kilîsê vegeriya welatê xwe, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ê vegere cem malbata xwe ya li Sûriyeyê.

Ebdullah diyar kir ku ew ê pîşeya xwe li welêt bidomîne û wiha got, "Ez dixwazim zarokên welatê xwe perwerde bikim. Şikir êdî ciyên ewle hene, ez jî dixwazim mamostetiyê bidomînim. Ez ji Tirkiyeyê pir memnûn mam."

Cemal Ehmed jî diyar kir, ew li Tirkiyeyê karê tekstîlê dikin, lê ew dixwaze vegere Sûriyeyê, lewra li wir zeviyên wan hene.

Ebdurrezzaq Daga ku ji Şanliurfayê vegeriya welatê xwe jî diyar kir, ew kêfxweş e ku vegeriya welatê xwe.

Daga wiha got, "Ez spasiya Tirkiyeyê dikim. Xwedê ji herkesî razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE