Vegera Sûriyeyiyan a ji bo cihên ji terorê hatine paqijkirin

Bi qasî 150 welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê dijîn ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê derbasî welatên xwe bûn.

Vegera Sûriyeyiyan a ji bo cihên ji terorê hatine paqijkirin

Hin malbatên Sûriyeyî yên ku ji ber şer û pevçûnên li welatê xwe reviyabûn û xwe spartibûn Tirkiyeyê piştî Operasyona Mertalê Feratê û Herekata Çiqlê Zeytûnê dizivirin herêmên ji YPG/PKK û DEAŞa rêxistina terorê hatine paqijkirin.

Ji bajarên curbecur ên Tirkiyeyê bi qasî 150 welatiyên Sûriyeyê yên ku jin û zarok jî di nav wan da bûn di çarçoveya Bernameya Vegera bi dil da hatin Tesîsên Qonaxdanînê ya Oncupinarê.

Muemeleyên fermî yên ji bo vegerê li vê şaxa ku Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê ava kiriye, hatin kirin. Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê piştî kontrolan welatiyên Sûriyeyê li minîbusan siwar kirin û şandin welatên wan.

Ji welatiyên Sûriyeyê Mihemed Merûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên li welêt bi qasî 5 sal berê xwe spartine Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Li ser operasyonên Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê cihên ku ji terorê hatine paqijkirin hizûr û aramî jî bi cih bûye. Li vê derê ji me ra gelek baş bûn û ez ji hemûyan ra spas dikim. Ez ê dost û hevalên xwe yên li vê derê tu carî ji bîr nekim."

Mihemed Seyîd Hesen jî ragihand ku li wî cihê ew li Sûriyeyê lê dijîn şer û pevçûn qediyaye û ji ber vê jî biryar da ku vegere welatê xwe û wiha pê da çû: "Warê herkesî ji wî ra em ê helbet rojekê vegeriyana welatê xwe. Niha bi saya serê Tirkiyeyê li wî cihê ku ezê vegerimê talukeyeke mezin tuneye. Ez di dema îzna xwe yê eydê da çûm min dît ku pirsgirêk li wê derê tuneye."

Bi navbeynkariya Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê ya Kilîsê va ji 1ê Rêbendana sala 2015an vir va di çarçoveya Bernameya Vegera Bi Dil da nêzî 80 hezar Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2018, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE