Vekişîna eskerên Rûsyayê yên li sînorê Ukraynayê dewam dike

Artêşa Rûsyayê diyar kir ku vekişîna eskerên li sînorê Ukraynayê dewam dike

Vekişîna eskerên Rûsyayê yên li sînorê Ukraynayê dewam dike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hin tank û yekîneyên eskerî yên li nêzî sînorê Ukraynayê tetbîqata xwe temam kirin vedigerin baregehên xwe yên daimî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku hin tank û yekîneyên girêdayî Herêma Eskerî ya Rojavayê yên tetbîqata xwe temam kirin vegeriya baregeha xwe ya daimî ya li Nîjniy Novgorodê.

Di daxuyaniyeke din a artêşê da der barê xebatên eskerî yên li Qirima dereqanûnî hatibû îlhaqkirin da agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "10 balafirên şer ên Su-24 ên dema tetbîqatê li Qirimê bûn jî vegeriyan baregehên li herêmên din ên Rûsyayê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE