Vekişîna ji Efxanistanê: " Emê pêvajoyê heya 31ê Tebaxê kuta bikin"

Biden piştî axaftina digel serokên G-7ê ya sibehê zû, li Qesra Spî derket hemberî rojnamegeran û daxuyanî da.

Vekişîna ji Efxanistanê: " Emê pêvajoyê heya 31ê Tebaxê kuta bikin"

 Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku ew di wê rêyê da ne ku pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê heya 31ê Tebaxê kuta bikin û ew ji vî welatî çiqas zûtir derkevin dê ewqas baştir be.

Biden piştî axaftina digel serokên G-7ê ya sibehê zû, li Qesra Spî derket hemberî rojnamegeran û daxuyanî da.

Biden diyar kir ku di axaftina navborî da wî der heqê qewimînên 10 rojên derbasbûyî da agahî dan mitefiqên xwe û wiha got, "Ji piştî vê nîvroyê pê va me alîkarî da 70 hezar û 700 kesî ku ji Efxanistanê derkevin. Ji dawiya tîrmehê vir va jî me 75 hezar û 900 kes texliye kirin."

Biden bal kişand ku di 12 saetên dawîn da wan 6 hezar û 400 kes bi firînên eskerî va, 5 hezar û 600 kes jî bi firînên koalîsyonê va wate 12 hezar kes ji Efxanistanê derxistin.

Biden der heqê texliyeyan û vekişîna ji Efxanistanê da wiha got, "Em aniha di wê rêyê da ne ku pêvajoya heya 31ê Tebaxê kuta bikin. Em çiqas zûtir derkevin ewqas baştir e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE