"Venezuela ji aliyê her qada xwe va seba karsazên Tirk vekirî ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji têkiliyên fermî çû Venezuelayê û bi Serokê Dewletê Nîcolas Maduro ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

"Venezuela ji aliyê her qada xwe va seba karsazên Tirk vekirî ye"

Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro got, "Dema ku gelê Venezuelayê hembêza xwe vedike, bi rastî jî vedike û me ji zû va ye biryar daye ku em ji bo biratiyê hembêza xwe û dilê xwe seba gelê Tirk ê serkeftî ku xwediyê dîrokeke torin, şervan û gelek şer qezenc kiriye, vekin." 

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji têkiliyên fermî çû Venezuelayê û bi Serokê Dewletê Nîcolas Maduro ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Maduro got, "Dema ku der heqê me da, ango der heqê Bolîvarciyan da tê axaftin, divê bêjin bi esil, asî, xêrxwaz, jêhatî him jî pir jêhatî were axaftin. Dema ku gelê Venezuelayê hembêza xwe vedike, bi rastî jî vedike û me ji zû va ye biryar daye ku em ji bo biratiyê hembêza xwe û dilê xwe seba gelê Tirk ê serkeftî ku xwediyê dîrokeke torin, şervan û gelek şer qezenc kiriye, vekin."

Maduro li ser nêzîkahiya gelê Venezuela û Tirk sekinî û wiha axivî: "Em pir heyranê gelê Tirk in û pir ji rêzefîlma Ertugrul a nûwaze ku li Venezuelayê tê temaşekirin, hez dikin.Em bi vî hawî dilê xwe ji gelê Tirk ra vedikin û ji bo vê ziyareta fermî spasiyê dikin."

Maduro diyar kir ku hevdîtina wî û Erdogan baş derbas bû û wiha dewam kir, "Ji bo ku em di qadên aborî, kar, îqtisadî, eskerî, madenkarî, perwerde û çandî da pêşketinê bidomînin, me peyman îmze kirin. Em pêş ketibûn, em ê zêdetir pêş bikevin. Ji bo her tiştê ku wê ji vê derê derkeve min seba salên 2019, 2020, 2021 û 2022yan bi Serokomar Erdogan ra xeberda. Me dît ku têkiliyên navbera karsazên herdu aliyan, xîmê aboriyên xurt ên herdu welatan û têkiliyên navbera herdu welatan wê heta 2025, 2030 û hê wêdatir herin."

Maduro daxuyand ku peymanên ku hatin îmzekirin, wê li ser kaxizan nemînin û wiha dewam kir, "Ji gelê Tirk ra him piştgirî, hezjêkirin  û heyraniya min him ya gelê Venezuelayê bêjin ji kerema xwe." 

Maduro bi bîr xist ku ji Tirkiyeyê cara ewil di asta serokatiya dewletê da Venezuela tê ziyaretkirin û wiha dewam kir, "Wek Tirkiye û Venezuelayê em xwediyê paşerojeke mezin û nûwaze ye ku divê em ava bikin in. Ev ziyaret di sedsala 21emîn a ku maye da seba rûpeleke nû ya têkiliyên navbera Tirkiye û Venezuelayê îmzeyek e."

Maduro Tirk teşwîq kirin ku li welatê wî veberhênanê bikin û wiha dewam kir, "Venezuela ji aliyê her qada xwe va seba karsazên Tirk vekirî ye, me ev wisa îmze kir, me wisa li hev kir û em wiha didin zanîn. Karsazên Tirk di hilberîna neftê da, di rafînekirina neftê da, ji bo hilberîna zêr di petrokîmya, almast, koltan, demir, alemyon û di xurtbûna turîzmê da wê xurtkirin û pêşdabirina bazirganiyê bidomînin."AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE