Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, ji ber erdheja ku li Îranê çêbû li Turkiyeyê jî bû sedema mirinan, sersaxî li herdu welatan kir.
Wezîrê Karê Derve Jorge Arreaza ji bo erdheja bi şîdeta 5.9ê ya ku navenda wê Xoya bajarê Îranê bû û li çolwarên Bahçesaraya navçeya Wanê bû sedema mirina 9 kesan, li serhesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Venezuelayê weşand.
Di daxuyaniyê de hêviya şîfaya lezgîn bo birîndaran hat xwestin û wiha hat gotin:
"Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji bo qurbaniyê erdheja ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê qewimî, hevxemiya xwe digihîne hikûmetên Tirkiye û Îranê, herwiha gelê wan."AA