Virusa koronayê: Li Îranê hejmara miriyan derket 77an

Alîkarê Wezîr diyar kir ku hetanî nika 8 hezar û 532 kesan ji ber koronavîrusê serî li nexweşxaneyan xist ji wan 5 hezar û 373 kesan test hildan.

Virusa koronayê: Li Îranê hejmara miriyan derket 77an

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 11 kesên din jî mirin, hejmara kesên mirin derket 77an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 2 hezar û 336an.

Elî Riza Reîsiyê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê di civîna çapemeniyê ya li Tehrana paytext li dar xist da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ç 11 kesên din jî mirin û di 835 kesên teze da jî vîrus hat tesbîtkirin.

Reîsî destnîşan kir ku hejmara miriyan derkete 77an û hejmara nexweşan jî derkete 2 hezar û 336 kesan.

Alîkarê Wezîr diyar kir ku hetanî nika 8 hezar û 532 kesan ji ber koronavîrusê serî li nexweşxaneyan xist ji wan 5 hezar û 373 kesan test hildan.

435 kes pak bûn û çûn malên xwe

Reîsî destnîşan kir ku 435 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn hatin dermankirin û çûn malên xwe.

Reîsî diyar kir ku vîrusa koronayê herî zêde li Tehran, Qum û Gîlanê tê dîtin.

Wekî mayîn li gor medyaya Îranê di nav kesên ji ber vîrusê mirin da Ehmed Tuyesekaniyê Şêwirmendê Serokê Darazê jî heye.

Ebduriza Misriyê Alîkarê Serokê Meclisa Îranê diyar kiribû ku di 23 parlamenteran da vîrus tesbît kirin û navber dan xebatên Meclisê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE