Volqana li Girava La Palmayê di mehekê da 85 milyon metrekûp lav pekand

Volqana li Girava La Palmayê di mehekê da 85 milyon metrekûp lav pekand

Volqana li Girava La Palmayê ya ku ev mehek e aktîf bûye, di astekê da ku mirov dikare bêje rekor e, lav derxist û derdixe.

Çavkaniyên rêveberiya herêmî û pisporên Enstîtuya Volqanolojiyê diyar kirin, ji çiyayê agirîn heya niha 85 milyon metrekûp lav derket, 9 milyon metrekûp xwelî pereşandî dorberê bû û 56 hezar ton emîsyona dîoksîta kukurtê çêbû.

Lava ku ji çiyayê agirîn derket, li qadeke bi qasî 900 hektarî belav bû, dêr, goristan, tesîsa fitbolê di navê da, lêbelê bi piranî mal, bi qasî 2 hezar avahî şewitîn bûn rijik.

Li herêmê heta niha bi qasî 7 hezar kesî hatin texliyekirin.

Peywirdaran diyar kir, lava ku 28ê Îlonê gihîştibû Oqyanûsa Atlasê, heger ji milê duyem jî bigihîje oqyanûsê, dê texliyeyên nû çêbin.

Lava ku ji milê duyem jî bi awayekî bilez ber bi oqyanûsê diherike, bi qasî 100 metreyî maye bigihîje oqyanûsê. Lewma jî tê ragihandin di nava çend saetan da lav dê bigihîje behrê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE