Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê destnîşan kir li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 9 kesên din jî mirin û hejmara kesên mirin derket 43yan.
Cîhanpur di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 43yan û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 593yan û got ku kesên bi vîrusê ketine herî zêde li eyaletên Tehran, Gulistan, Qum, Merkezî, Mazenderan û Gilanê hene.
AA