Vîrusa Koronayê: Heta niha 1771 kes mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hat dayîn, jimara kesên ku koronavîrusa nû (Kovîd-19) kişiyanê derket 70 hezar û 548 kesan û ji wan rewşa 10 hezar û 644 kesan giran e, jimara kesên ku mirin jî derket 1771an.

Vîrusa Koronayê: Heta niha 1771 kes mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hat dayîn, li welêt jimara kesên ku koronavîrusa nû (Kovîd-19) kişiyanê derket 70 hezar û 548 kesan û ji wan rewşa 10 hezar û 644 kesan giran e, jimara kesên ku mirin jî derket 1771an.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 7 hezar û 264 kesan, kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî wek 150 hezar û 539 kes hatin eşkerekirin. Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 10 hezar û 844 kesan.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 57an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 hat eşkerekirin.

Di 24 saetên dawîn da 105 kes mirin

Ji ber şewba Kovîd-19ê, li welêt di 24 saetên dawîn da 105 kes mirin, vîrus kişiya 2 hezar û 48 kesên din. Ji miriyan 100 kes ji eyaleta Hubeyê, 3 kes ji Hunanê, 2 kes jî ji eyaleta Guangdongê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE