Vîrusa Koronayê: Heta niha 1869 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 1869an

Vîrusa Koronayê: Heta niha 1869 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 1869an.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) teqez gihîştiye wan derket 72 hezar û 436 kesan ku ji van rewşa 11 hezar û 741 kesan giran e.

Li welêt jê yek li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê tevahî hejmara miriyan gihîşt 1869an.

Hat gotin hejmara kesên lê dikevin şikê ku vîrus gihîşte wan jî derket 6 hezar û 242an.

Hejmara kesên dibe ku virîs gihîştiye wan û ji ber vê li nexweşxaneyan tên kontrolkirin kêm bû û bû 11 hezar û 552, yên hatin taburcîkirin jî gihîşte 12 hezar û 552yan.

Ji xeynî Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derket 60an, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî bû 10.

- Di nav 24 saetan da 98 kes ji ber vîrusê mirin

Li welêt ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû di nav 24 saetan da 98 kes mirin ku jê 93 kes li eyaleta Hubeyê, jê 3 li Hinanê, jê 2 jî li Hibey û Hûnanê ne.

Ji bilî vê 1886 weqayên nû hatin tespîtkirin.

Ji ber ku li welêt gelek kes ji ber vê nexweşiyê dimrin, xebat tên kirin ku derman û aşiyên ji bo Kovîd-19ê bên çêkirin.

- Kongreya Gel a Neteweyî dibe ku bê taloqkirin

Li Çînê civînên girîng ên wek Kongreya Gel a Neteweyî û Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gel a Çînê û civînên meclisê yên salane yên ku 5 hezar delege di meha adarê da kom dibin dibe ku bên taloqkirin.

Vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.

Türkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, anîbûn.

Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûbû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 15:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE