Vîrusa Koronayê: Heta niha 2120 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19 mirin derket 2 hezar û 120an

Vîrusa Koronayê: Heta niha 2120 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê, li welêt hejmara weqayên piştrastkirî yên Kovîd-19, 11 hezar û 864 jê cidî, derket 74 hezar û 576an.

Dîsa li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 kişiya wan, derket 4 hezar û 922yan, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî berjêrî 126 hezar û 363yan bû.

Li Çînê hejmara qurbaniyên Kovîd-19, 2 jê li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 2 hezar û 120an û herwiha hejmara kesên ku heta niha hatin tabûrcîkirin jî derket 16 hezar û 155an.

Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 65an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî wekî 10 hat ragihadin.

- Di 24 saetên dawîn da 114 kes mirin

Li ser asta hemû welêt di 24 saetên dawîn da 108 jê li eyaleta Hubeyê ku navenda Kovîd-19ê ye, li eyaletên Hibey, Fucien, Şandong, Yunnan û Şanşê û bajarê Şanghayê her yek jê kesek bi tevahî 114 kes mirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE