Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 2444an.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, li welêt hejmara kesên ku di wan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 10 hezar û 968 jê cidî, derket 76 hezar û 936an.
Li welêt herwiha di 24 saetên dawîn da 648 weqayên nû hatin tesbîtkirin û 97 kes jî mirin. Bi vî awayî dudu jê li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê bi tevahî 2444 kes mirin.
Dîsa li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 kişiyaye wan, berjêrî 4 hezar û 148an, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî berjêrî 106 hezar û 89an bû.
Heta niha jî hejmar kesên tabûrcîkirî derket 22 hezar û 888an.
Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 69an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî wekî 10 hat ragihadin.
AA