Vîrusa Koronayê: Heta niha 2594 kes mirin

Li welêt di 24 saetên dawîn da 150 kes ji ber şewbê mirin, di 409 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin

Vîrusa Koronayê: Heta niha 2594 kes mirin

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba koronovîrusa nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 594an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, li welêt di 24 saetên dawîn da 150 kes ji ber şewbê mirin, di 409 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 2 hezar û 594 kes mirin, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî derket 77 hezar û 150î.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 3 hezar û 434 kesan, kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî wek 97 hezar û 481 kes hatin eşkerekirin.

Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 24 hezar û 734 kesan.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 74an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.

Kovîd-19 cara ewil li Wuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2020, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE