Vîrusa Koronayê: Heta niha 2717 kes mirin

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba koronovîrusa nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 717an

Vîrusa Koronayê: Heta niha 2717 kes mirin

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba koronovîrusa nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 717an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 52 kes ji ber şewbê mirin, di 406 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 2 hezar û 491 kesan, jimara kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî daket 79 hezar û 108 kesan.

Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 2 hezar û 717 kes mirin, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî derket 78 hezar û 64an.

Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 29 hezar û 745 kesan.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 85an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mane, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE