Vîrusa Koronayê: Heta niha 2872 kes mirin

Li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 35 kes mirin, di 573 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin

Vîrusa Koronayê: Heta niha 2872 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 872yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 35 kes mirin, di 573 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin.

Li welêt hetanî niha 2yê wan li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi tevahî 2 hezar û 872 kes mirin, 79 hezar û 824 kes jî bi Kovîd-19ê ketin.

Hejmara kesên lê dikevin şikê Kovîd-19 bi wan ra heye bû 851, hejmara kesên hildane kontrolê dakete 51 hezar û 856an, hejmara kesên şandin malê wan jî derket 41 hezar û 625 kesan.

Hat ragihandin 34 kes li Hubeyê mirin û kesek jî li eyaleta Hinanê mir.

Xêncî navenda Çînê li Hong Kongê 95 li Herêma Îdareya Taybet a Makauyê jî 10 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê asê mane, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî "rewşa acil" îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE