Vîrusa Koronayê: Heta niha 3014 kes mirin

Li welêt di 24 saetên dawîn da 31 kes ji ber şewbê mirin, di 139 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin

Vîrusa Koronayê: Heta niha 3014 kes mirin

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 14an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî, li welêt di 24 saetên dawîn da 31 kes ji ber şewbê mirin, di 139 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyaye wan wek 522 kes hatin ragihandin, jimara kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî daket 32 hezar û 870 kesan. Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 52 hezar û 45 kesan.

Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 3 hezar û 14 kes mirin. Jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 80 hezar û 270an.

Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiya wan derket 104an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî wek 10 kes hatin ragihandin.

- Nexweşxaneyên berwext ên li Hûbeyê tên girtin

Li eyaleta Hubeyê ku we navenda şewbê ye, ji ber têrênekirina nexweşxaneyên normal 16 nexweşxaneyên berwext hatibûn avakirin. Hatibû daxuyandin ku ev nexweşxane wê peyderpey werin girtin.

Biryar ji bo nexweşxaneya ku ji salonên pêşangeh, werziş û avahiyên curbecur hatin veguhastin û jimara cî û nivînên wan 5 hezar in, hat dayîn. Li welêt ev çend roj in Hubey di serî da jimara kesên ku vîrus dikişinê û kesên gumanbar pir kêm dibe û biryara girtina nexweşxaneyan jî seba vê kêmbûnê hat dayîn.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mabûn, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE